Serokê Îtîlafê: Ez rûxandina Beşar Esed ji we re radigihînim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê (Îtîlaf) Hadî El-Behra îro 8ê Berçile rûxandina rêjîma Beşar Esed ragihand. 

El-Behra bi rêya kenala “ji “Al-Arabiya” re ji gelê Sûriyeyê re got: “Ez rûxandina rêjîma Beşar Esed ji we re radigihînim.”

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê got jî: “Rewş ewle ye û cihê tolhildanê nemaye.” Herwiha got: “Serdemeke reş di dîroka Sûriyeyê de derbas bû.”

El-Behra amaje bi wê jî kir, “Girtî ji girtîgehên Edra û Seydnaya yên li parêzgeha Şamê hatin berdan.”

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê piştrast kir jî, “Artêşa Sûriyeyê dê ji nû ve were avakirin.”

Destnîşan kir jî, “Dê dezgehên hikûmetê di nava du rojan de vegerin ser karên xwe” û got: “Veguhestina desthilatê dê bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî pêk were.”