ENKS: Îro rojeke dîrokî ji bo hemû gelê Sûriyeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) radigihîne, “Îro bi ketina Beşar Esed, destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûryayê ye.”

Ragihandina ENKSê îro 8ê Berçileya 2024an di daxuyaniyekê de got: “Îro yekşemê 8ê Berçile, bi ketina Beşar Esed destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûryayê ye. Bi nûçeya ketina desthilata rêjîma Esed şahî li hemû navçe û herêmên Parêzgehên Sûriyayê hatin li darxistin.”

ENKSê got jî, “Peykerê Hafiz Esed li Qamişlo û Hesekê û hemû navçeyên Sûriyeyê hatin xwarê.”

Ev peyama Mezlûm Ebdî di demekê de ye, îro grûpên çekdarên opozîsyonê ketin Şamê û dawî li desthilata rêjîma Beşar Esed anîn.

Grûpên çekdarên opozisyonê di daxuyaniyekê got: “Piştî 50 salî ji zilm û zordariya di bin desthilata Beis de û 13 salan ji tawan, zulm û koçberî û piştî têkoşînek dirêj û rûbirûbûna bi her cure hêzên dagirker re, em îro 8-12-2024an dawiya vê serdema tarî û destpêka serdemek nû ji bo Sûriyeyê radigihînin.”

Herwiha got jî: “Di Sûriyeya nû de, her kes dê di nav aştiyê de bi hev re bijî, dadmendî serdest e û dadwerî pêk tê, ku her Sûriyeyiyek tê de xwedî rûmet e û dê bê parastin. Em rûpela paşeroja tarî diqulibînin û asoyeke nû ji pêşerojê re vedikin.”