Firokevanekî Sûrî piştî 43 sal zîndanê hat azadkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di yek ji çîrokên dirêjtirîn girtina siyasî di dîroka Sûriyê de, firokevan Rexîd Tetarî, ku mezintirîn girtiyê siyasî li Sûriyeyê ye, piştî 43 salan ji zindanên rêjîma Sûriyeyê hat azadkirin.
Rexîd Tetarî firokevan Hêzên Asmanî yên Sûriyeyê, di sala 1980 de hat girtin, dema ku wî fermana leşkerî ya ji bo bombebarankirina bajarê Hemayê red kiribû.
Rejîma Sûriyeyê piştî demeke kin, Teterî serbest berdabû, piştre ew di sala 1981ê de careke din girt.
Di salên xwe yên girtinê de, Teterî di navbera çend girtîgehên Sûriyeyê de hate veguhestin, di dawiyê de li Girtîgeha Navendî ya Tertûsê girtî bû, û ew heta azadkirina wî li wir ma.