Serokatiya Herêma Kurdistanê peyamekê arasteyî aliyên Sûriyeyê dike
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em hemî hevrikiyên ku rewşa deverê aloz bikin red dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazê ji hemî aliyên Sûriyeyê dike ku, zimanê diyalogê û çareseriya aştiyane bi kar bînin, bi awayekî ku dadperwerî û wekheviyê ji bo hemî pêkhateyên Sûriyeyê gerentî bikin, ji wan jî gelê Kurd.
Herwesa di wê peyamê de hatiye, Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de pabendiya xwe bi parastina peywendiya hevseng û karkirinê ji bo bihêzkirina alîkariya herêmî û navdewletî ji bo piştrastbûna ji seqamgiriya Sûriyeyê tekez dike.
Tekezê jî dike, “Em hemî hevrikiyên ku rewşa deverê aloz bikin red dikin û tekezê li parastina ewlehî û seqamgirî û berjewendiya hemî gelan û pêkhateyên deverê dikin.”
Ev jî tekista wê naverokê ye
Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê
Em li Herêma Kurdistanê bi giringiyeke zêde çavdêriya pêşhatên Sûriyeyê dikin. Em daxwazê ji hemî aliyan dikin ku zimanê diyalogê û çareseriya aştiyane bi cih bînin, bi awayekî ku dadperwerî û wekheviyê ji bo hemî pêkhateyên Sûriyeyê gerentî bikin, ji wan jî gelê Kurd, herwesa tevlîbûneke çalak di darêtina paşeroja welatî de misoger bike.
Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de pabendiya xwe bi parastina peywendiya hevseng û karkirinê ji bo bihêzkirina alîkariya herêmî û navdewletî ji bo piştrastbûna ji seqamgiriya Sûriyeyê tekez dike. Em hemî hevrikiyên ku rewşa deverê aloz bikin red dikin, herwesa tekezê li parastina ewlehî û seqamgirî û berjewendiya hemî gelan û pêkhateyên deverê dikin.
Di demekê de ku pêşhat bilez in, em tekezê li ser giringiya hevgirtin bizavên navdewletî û herêmî dikin ji bo piştrastbûna ji paşerojeke seqamgir ji bo Sûriyeyê, lewma em daxwazê ji Civaka Navdewletî û welatên deverê dikin ku rolê xwe ji bo çareseriya aştiyane bibînin, herwesa em piştgiriya xwe ji bo daxwaziyên gelê Sûriyeyê ji bo aştî û azadiyê tekez dikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê
08.12.2024