Tevgera vegera penaberên Sûrî ji Tirkiyeyê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku rejîma Esed li Sûriyeyê hilweşiya, dihat pêşbînîkirin ku di deriyên sînorî yên Tirkiye û Sûriyeyê de liv û tevger zêde bibe û çûnûhatin jî geş bibe. Di deriyê Oncupinar Kîlîsê ya li hember Ezezê de jî heman rewş derket holê.

Bi hilweşîna rejîma Esed re Tirkiyeyê jî bi daxuyaniyekê bal kêşandibû ku êdî bi milyonan penaberên Sûrî yên ji şer reviyabun dikarin vegerin welatê xwe. Di vê çarçoveyê de jî di deriyên sînorî yên Sûrî de liv û tevgerek zêde heye. 

Yek ji wan deriyan jî Deriyê Sînorî yê Oncupinar a Kîlîsê ye ku liv û tevger û çûnûhatin zêde li derî peyda bûye. Li gorî daneyên Komeleya Penaberan a meha tîrmehê, li Tirkiyeyê 3 milyon 96 hezar û 157 penaberên Sûrî dijîn.

Ji van jî 529 hezar û 944 li Stenbolê, 429 hezar û 935 li Dîlokê, 272 hezar û 882 li Ruhayê, 254 hezar û 937 li Hatayê, 216 hezar û 396 li Adanayê, 202 hezar û 375 li Mêrsînê, 170 hezar û 594 li Bûrsayê, 120 hezar û 809 li Konyayê, 119 hezar û 894 li Îzmîrê, 88 hezar û 58 li Enqere, 84 hezar û 415 li Mereşê , 82 hezar û 906 li Kayserî  û 68 hezar û 280 kes jî li Kîlîsê dijîn.