Deriyê veşartî yê Girtîgeha Sor hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Lêgerîna li girtiyên veşartî berdewam dike, heta ku deriyê veşartî yê Girtîgeha Sor zîndana Sêdnayayê hat dîtin û bi hezaran girtiyên din ji zîndana Sêdnayayê hatin berdan.
Piştî ku hêzên opozisyona Sûrî sibeha Yekşemê gihiştin navenda Şamê û dawî li rejîma Beşar Esed anîn, bi hezaran girtî ji zîndana Sêdnaya û şaxên ewlekariyê hatin berdan.
Lê girtî ne tenê ewqas bûn, ku bi hezaran girtiyên din jî li girtîgehên veşartî yên Girtîgeha Sor û Spî nehatin dîtin. Bi hezaran xizmên girtiyan li xizmên xwe digeriyan, heta îro deriyê veşartî yê girtîgehê dîtin û bi hezaran girtiyên din serbest berdan.
Aliyên opozisyona Sûriyeyê duhî 8ê Berçile di daxuyaniyeke kurt de ku li ser televizyona dewletê hat weşandin, “rizgarkirina bajarê Şamê û rûxandina rêjîma Beşar Esed” ragihand, piştî ku hêzên wan ên çekdar derbasî Şamê bûn.