Li Kobanê 2 zarok di êrîşên çekdaran de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşên hêzên ser bi Tirkiyeyê li ser gundekî Kobanê de, 2 zarok hatin kuştin.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, artêşa Tirkiyeyê û çeteyên wê duhî bi çekên giran gundê Kon Eftar ê li gudewarê başûrê rojavayê Kobanê topbaran kir, di encamê de 2 zarok şehîd bûn.

Li gorî hatiye belavkirin, berê jî hêzên ser bi Tirkiyeyê ve komkujiyek li gundê Misterîha yê rojavayê Eyn Îsayê pêk anîn, ku di encamê de 12 kesên sivîl hatin kuştin.

Ev yek di demekê de ye, hêzên ser bi Tirkiyeyê di çend rojên borî de dest bi êrîşên xwe li ser Minbicê kirin û karîne beşeke mezin ji wî bajarê bixin bin kontrola xwe.

 
 
Fly Erbil Advertisment