Amerîkayê ceza li ser du berpirsan û xezûrê Beşar Esed sepandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Washington du berpirsên pilebilind ên rêjîma Esed bi kirina “tawanên cengê” tometbar kirin û siza li ser xezûrê Beşar Esed, Fewaz El-Exres sepand.

Di îdianameyê de, ku îro 10ê Berçile hat eşkerekirin, du berpirsên berê yên istixbarata Sûrî di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de, beşdarî pêkanîna reftarên hovane û nemirovane li ser girtiyên sivîl ku di nav wan de welatiyên Amerîkî hene, bûne.

Dozgeran diyar kir, ew her du tometbar efserên berê yên Îstixbarata Hêzên Asmanî yên Sûriyeyê, Cemîl Hesen (72 salî) û Ebdulselam Mehmûd (65 salî) ne.

Wezareta Dadê amaje bi wê yekê jî kir, biryara desteserkirinê bo her du tawanbaran hatiye dayîn û her du jî heta niha azad in û nekarîne desteser bikin.

Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Merrick Garland got, ji sala 2012 heta 2019an, wan her du berpirsan “qamçî, lêdan, elektrîk û şewitandin li hember qurbaniyan bikar anîne, herwiha ew ji bo demeke dirêj bi destên wan ve daleqandin, ji bilî gefxwarina li wan bi destavêtin û kuştinê. Wan ji qurbaniyan re gotine ku endamên malbata wan hatine kuştin.”

Herwiha Wezareta Xizînedariya Amerîkayê jî di daxuyaniyekê de ragihand, Fewaz El-Exres di lîsteya sizayan de cih girtiye, ji ber “piştevanî û pêşkêşkirina hêsankariyan ji Esed re di warê darayî û revîna ji sizayan de.”

Aliyên opozisyona Sûriyeyê roja 8ê Berçile di daxuyaniyeke kurt de ku li ser televizyona dewletê hat weşandin, “rizgarkirina bajarê Şamê û rûxandina rêjîma Beşar Esed” ragihand, piştî ku hêzên wan ên çekdar derbasî Şamê bûn.

Di şerê navxweyî yê 13 salan de, bi sedhezaran Sûrî hatin kuştin û yek ji mezintirîn qeyranên penaberan ên serdema nûjen rû da. Herwiha bajar hatin bombebarankirin, gund û bajarok wan hatin valakirin û aboriya Sûriyeyê ji ber cezayên navdewletî, lawaz ket.