Piştî 13 salan deriyekî sînorî ji bo vegera penaberên Sûrî hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 13 salan, deriyê sînorî yê Yaylidagê ji bo vegera penaberên Sûrî yên ji Tirkiyeyê hat vekirin.
Piştî ketina rêjîma Beşar Esed li Sûriyeyê û vegera beşeke mezin ji penaberên Sûrî, deriyê sînorî yê Yaylidagê yê li parêzgeha Hatayê, îro 10ê Berçile di hat vekirin.
Armanca vekirina vê deriyê sînorî yê bi Sûriyeyê re, ji bo hêsankirina vegera penaberên Sûrî û dirustnebûna qerebaliyê li deriyên din e.
Waliyê Hatayê Mustafa Masatli diyar kir, derî yekalî ye û dê penaber tê re derbasî nava xaka Sûriyeyê bibin.
Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, 13 sal berê Deriyê Gumrukê yê Yayladagê ya li Hatayê hatibû girtin.
Bi hilweşîna rejîma Esed re, Tirkiyeyê gotibû ku êdî bi milyonan penaberên Sûrî yên ji şer reviyabûn dikarin vegerin welatê xwe. Di vê çarçoveyê de jî li deriyên sînorî yên bi Sûriyeyê re liv û tevgerek zêde çêbû.
Li gorî daneyên Komeleya Penaberan a meha Tîrmehê, li Tirkiyeyê 3 milyon 96 hezar û 157 penaberên Sûrî dijîn.