Pedersen: Pêwîst e pêkhateyên neteweyî tevlî qonaxa veguhêz bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pedersen dibêje, Sûriye niha li pêş çarêyekê ye û daxwaza pêkanîna qonaxeke veguhêz li wî welatî kir.
Pedersen îro 10ê Berçile got: “Divê em bala xwe bidin ser giringiya pêkanîna qonaxeke veguhêz a pêbawer li Şamê û derdora wê ku ewlekarî û aramiyê garantî dike.”
Got jî: “Aliyên opozisyon niha hevahengiyeke baş bi hev re dikin û giring e em kêşeyekê di navbera wan de nebînin.”
Pedersen tekezî li ser wê yekê kir: “Eger pêkhateyên neteweyî bi awayekî berfireh tevlî qonaxa veguhêz nebin, egera derketina pevçûnan heye.”
Li gorî daxuyaniya Pedersen, eger rêkeftinên baş ên veguhêz pêk werin, dibe ku dawî li cezayan were, penaber vegerin û dadweriyê pêk were.
Nûnerê navdewletî derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê de jî got: “Em liv û tevgerên Îsraîlê li ser xaka Sûriyê dibînin, divê ev yek raweste û ez wan weke sedema nîgeraniyê dibînim.”
Derbarê Heyet Tehrîr El-Şamê de jî got: “Heyet Tehrîr El-Şam û grûpên çekdar ên din, bi salan e peyamên baş û dilniya dişînim. Ez bi bawer im ku civaka navdewletî dê ji nû ve vekolînê li ser nixandina Heyet Tehrîr El Şam weke rêxistineke terorîst bike.”