Rûsya: Me Beşar Esed bi silametî veguhast

Beşar Esed
Beşar Esed

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov ragehand ku, welatê wî Serokê Sûriyeyê yê reviyayî Beşar Esed bi awayekî bisilamet veguhastiye Rûsyayê, piştî ku êrîşeke bi lez ji aliyê opozisyona Sûriyeyê ve hat destpêkirin û hikûmeta wî hat herifandin.

Koçka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) li roja Duşemê ragehand, “Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryara dana mafê penaberiyê li Rûsyayê bi Esed daye.”

Sergei Ryabkov ji kanala NBCyê re ragehand ku “ew bisilamet e û ev jî nîşana wê yekê ye ku Rûsya wekî pêdivî di van rewşan de serederiyê dike.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ron nekir ka çi rû da û çawa ew arêşe hat çarekirin.

Di bersiva pirsyarekê de ka gelo Mosko Esed ji bo darizandinê radest dike an na, Ryabkov got, “Rûsya aliyekî wê lihevkirinê nîne ya ku Dadgeha Tawanên Navdewletî li ser hatiye damezrandin.”

 
Fly Erbil Advertisment