Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz dike û dibêje, “Yekîtiya Jinên Kurdistanê dîrokeke bibandor di şoreş û xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de heye”.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 11.12.2024) di peyamekê de ragehand, “Bi helkeftina salvegera 72ê ya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li sikirtêr û endamên nivîsîngeha sikirtariyetê û tevaya jinên Kurdistanê dikim û daxwaza serkeftin û pêşkeftinên berdewam jê re dikim.”
Cîgirê Serokê PDKê amaje jî daye, “Yekîtiya Jinên Kurdistanê dîrokeke pirî serwerî û tevlîbûneke diyar û bibandor di şoreş û xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de heye û ji bo avakirina çend jinên bişiyan û serkirde dibistanek bûye. Ez hêvîdar im di berdewamiya tekoşan û karkirina xwe ya rêkxistinî de, pêxemetî berevanîkirina ji mafên jinên Kurdistanê û maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê, berdewam û serkeftî bin.”