Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezê li ser yekdengiya Herêma Kurdistanê dike

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragehand, “Di destpêka rûniştina îro ya Civata Wezîran de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa guhertinên bilez ên deverê kir û tekez li ser yekdengî û parastina ewlehî û seqamgiriya Kurdistanê kir.”

Pêşewa Hewramanî amaje da ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Guhertinên bilez li deverê çê dibin, bila em hemî ji bo niştîmanî û mijarên niştîmanî û metirsiyên li ser Kurdistanê yek bin û yekdeng bin. Eger em li ser pirseke navxweyî hevnerîn nebin, nabe ku bandor li ser mijarekê hebe ku pêşberî me dibe û peywendî bi seqamgirî û ewlehiya herêma me ve hebe, divê em amade û yekdeng bin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ev destpêka gotinên îro yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di rûniştina Civata Wezîran de bûn û di eynî demê de Cîgirê Serokwezîrî jî hevnerîn û piştevan bû.”

Li dû ragehandineke Fermangeha Medya û Zanyaran, dawî pêşhatên girêdayî mijara mûçeyan û edilandina qanûna budceya giştî ya federalî û xişteyên bi wê qanûnê re ji bo sala darayî ya 2025ê û herwesa rûdan û pêşhatên vê dawiyê yên Sûriyeyê jî mijarên rûniştina îro ya Civata Wezîran bûn û danûstandin li ser hatin kirin.

 
Fly Erbil Advertisment