Tirkiye hêsankariyê ji bo vegera penaberên Sûrî dike

Diyarbekir (K24) – Vegera penaberên Sûrî  ji deriyên sînorî yên Tirkiye û Sûrî berdewam e, Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiye dibêje ji bo ku penaber bi awayeke bi ewle vegerin hemû xebatan dikin û di vê çarçoveyê de li deriyên sînorî xizmetên fermî yên vegera penaberan hatine zêdekirin. Tirkiye dibêje ji bo ku penaber vegerk birûmet pêk bînin hemû derfetan peşkeş dikin.

Penaberên ji ber şerê Sûrî derbasî Tirkiye bibûn bi rûxîna rejîma Esed bo vegerê berê xwe dan deriyên sînorî ku yek ji wan jî Deriyê Cîlvegozu ya Sînorî ya Hatayê ye. Penaberên ku dixwazin vegerin welatê xwe li deriyê sînorî dikevin rêzê. Li gorî daneyên dawî yên fermî 2 milyon û 936 hezar penaberên sûrî li Tirkiyê dijîn û penaber dibêjin ew nizanin li sûrî dê çi bikin lê dîsa jî dixwazin vegerin welatê xwe

Penaber: “Ev 4 sal in ez hatime Tirkiyeyê lê hevjîna min û zarokên min mabûn Helebê, min vê derê karê terzîtîyê dikir û ez nizanim dema vegerim Helebê ezê çi karî bikim. Lê li gel her tiştî keyfxweş im ku ezê biçim welatê xwe û ezê malbata xwe bibinim”

Li deriyên sînorî bo vegera bi ewle ya penaberan xebatkar hatine zêdekirin û xizmet hatine lezkirin lê liv û tevgera penaren li gorî destpêkê kêm buye. Penaber jî dibêjin ew dixwazin demildest careke din welatê xwe bibînin û bi rûxîna rejîma Esad keyfweş in

Penaber: “Ez keyxweş im ku rejîma Esad hilweşiyaye. Min li Sûrî karê çêkirina avahiyan dikir. Min gelek avahiyên mezin çêkirin lê ji ber gendelî û bertîlê ya rejîma Esad hemû mal û milkê min ji dest min derket. Esad zalim bû, gelek keyfxweş im ku rejîma wî têk çû.”

Li Tirkiyeyê 2 milyon û 936 hezar penaber hene ku ji van jî 1 milyon û 247 hezar penaberên ji Helebê ne ku vî derîyî bikar tînin.