Berevaniya Sivîl: Nêzîkî 300 girtiyan ji zîndana Sêdnayayê hatine rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê got: “Piştî du rojan ji lêgerînê, deriyên veşartî yên zindana Sêdnayayê nehatine dîtin û heta niha nêzîkî 300 girtî hatine rizgarkirin.”

Berdevkê Berevaniya Sivîl ya Sûriyeyê Hemîd El-Quteynî ji K24ê re ragihand, bi rûxandina rêjîma Beşar Esed re girtî  ji zîndana Sêdnayayê hatin azadkirin, lê hejmarek mezin ji xizmên girtiyan li merivên xwe digerin.

Herwiha got, pênc tîmên ku kûçikên perwerdekirî pê re bûn, du rojan li zindana Sêdnayayê geriyan da ku beşên veşartî yên girtîgehê bibînin. Lê mixabin, deriyên veşartî nehatin dîtin.

Amaje bi wê jî kir, hejmara kesên ji girtîgehê hatin rizgarkirin di navbera 100 û 300 kesî de bû, lê hejmara girtî û windayan zêdetirî 100 hezar kes e û çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Komên Sipî duhî Sêşemê bidawîhatina operasiyonên xwe yên lêgerînê li zîndana Sêydnayayê ragihand, ew cihê ku tê gumankirin ku girtîgehên veşartî û jêrzemînên wê hene, bêyî ku ti girtiyên din bibînin.

Aliyên opozisyona Sûriyeyê duhî 8ê Berçile di daxuyaniyeke kurt de ku li ser televizyona dewletê hat weşandin, “rizgarkirina bajarê Şamê û rûxandina rêjîma Beşar Esed” ragihand, piştî ku hêzên wan ên çekdar derbasî Şamê bûn.

Zindana Sêydnaya sala 1987an di dema desthilata serokê berê yê Sûriyeyê Hafiz Esed de li nêzîk Şamê hat damezrandin. Li gorî danasîna Rêxistina Lêborîna Navdewletî, ew wek sembola tepeserkirina dijberan ji aliyê rêjîmê dihat bikaranîn.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporeke 2017an de, ev zîndan wekî “kuştargeha mirovan” binav kir, ku tê de 13 hezar kes hatin bidarvekirin, ku piraniya wan dijberên sivîl bûn.

Li gorî Komeleya Girtî û Windayan a Girtîgeha Sêdnayayê, tê bawerkirin ku zêdetirî 30 hezar girtî di navbera salên 2011 û 2018’an de li zîndanê yan hatine bidarvekirin, yan jî ji ber îşkenceyan, nebûna lênerîna bijîşkî yan jî birçîbûnê mirine.