Dadgehê derbarê şewata salona daweta Hemdaniyê de biryar da
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Neynewayê cezaya 10 sal zîndan li xwediyê salona dawetan a qeza Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Neynewayê, ku tê de bi sedan kes bûn qurbanî, birî.
Roja 26.09.2023an karesateke mezin pêk hat û di saloneke dawetê de şewat derket û herî kêm 113 kesan canê xwe jidest dan û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn.
Dadgeha Tawanan a Neynewayê cezaya 10 sal zîndan li xwediyê salona dawetana Hemdaniyê Semîr Silêman birî, ji ber ew bûye sedema derketina agir di holê de.
Wezareta Navxwe ya Îraqê wê demê ragehandibû, “Dezgehên ewlehiyê 14 tometbar ji ber wê rûdanê desteser kirin, ji wan jî xwediyê wê hole, 10 karker û herwesa sê kesên din ku dest li gel hilkirina yariyên agirî di dema wê rûdanê de hebû, ku bû sedema mirina zêdetirî 100 kesan û birîndarbûna zêdetirî 150 kesan û windabûna hejmareke din a mirovan.”