Peyamnêrên Sînornenas: Îsal zêdetir ji 50 rojnamegeran hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî rapora salane ya Rêxistina Pemanêrên Sînornenas (RSF), 54 rojnamevan di dema romalkirina bûyerên de hatine kuştin, yek ji sê ji van rojnamevanan ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine kuştin.
Rêxistina Pemanêrên Sînornenas îro 12-12-2024an raportek weşand û tê de hat: “Artêşa Îsraîlê îsal 18 rojnamevan kuştine, ji wan 16 li Xezzeyê û 2 jî li Libnanê bûn.”
Herwiha got: “Filistîn welatê herî metirsîdar e ji bo rojnamevanan, ku di 5 salên borî de li wî welatî ji hemû welatan zêdetir rojnamevan hatine kuştin.”
Rêxistinê 4 gilî li Dadgeha Tawanan a Navdewletî li dijî Îsraîl tomar kirin ku girêdayî tawanên cengê yên artêşa Îsraîlê li dijî rojnamevanan e.
Rêxistina Pemanêrên Sînornenas got, ji destpêka şerê Xezzeyê di Cotmeha 2023an de, zêdetir ji 145 rojnamevan li Karta Xezzeyê ji aliyê hêzên Îsraîlî ve hatine kuştin, ji wan 35 dema ku bûyer romal dikirin.”
Di raporteke cuda de ku ji aliyê Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî ve hat belavkirin, di sala 2024 de, 104 rojnamevan li seranserê cîhanê hatine kuştin, ku ji nîvê wan zêdetir li Xezzeyê ne.
Ji aliyê xwe ve, Îsraîl red dike ku bi qestî zirar gihandine rojnamevanan, lê qebûl dike ku hin kes di êrîşên asmanî yên li ser armancên leşkerî de hatine kuştin.
Berdevkê Hikûmeta Îsraîlî David Manser di civîneke rojnamevaniyê de got: “Em van hejmaran red dikin, em dibînin ku ew ne rast in.”
Got jî: “Em dizanin ku piraniya rojnamevanên li Xezzayê bi egereke mezin di bin çavdêriya Hamasê de kar dikin û destûr ji bo nayê dayîn ku bi serbestî zanyariyan veguhêzin.”