Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo çalakiyên Yekîtiya Jinên Kurdistanê tekez dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Berçile pêşwazî li Sekretariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî 72 saliya damezirandinê li Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz kir û behsa rola jinan di şoreşa Îlonê û şoreşên din ên Kurdistanê û serxistina şoreşan de kir û destxweşî li xebatkarên nû yên Sekretariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.
Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo çalakiyên wê rêxistinê tekez kir.
Ji aliyê xwe ve Sekreteriya Yekîtiya Jinan spasiya Serok Barzanî kir ji bo ew baweriya ku bi wan hatiye dayîn û soza kar û pêngavên baştir bo xizmetkirina Kurdistanê da.
Rola girîng a jinê di pêvajoyên demokratîk û civakê de, parastina malbatê û parastina nirxên biha, mijarên din ên hevdîtinê bûn.