Blinken li ser pirsa Sûriyeyê gehişt Tirkiyeyê
![Antony Blinken](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/1734026543_kurdistan24.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo danûstandinên bi berpirsên bilind ên Tirkiyeyê re li ser pirsa Sûriyeyê gehişt Enqereyê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro (Pêncşem, 12.12.2024) gehişt Enqereyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re gengeşe li ser rewşa Sûriyeyê kirin.
Ajansa France Pressê ya Fransayî ji zarê berpirsekî Amerîkayê parve kiriye, Blinken piştî ku gehiştiye Balafirxaneya Enqereyê, rasterast çûye hola serekî û pêşwaziyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re li ser rewş û çarenivîsa Sûriyeya nû gengeşe kirine.
Piştî keftina rijêma Esed, Tirkiye westgeha duyê ya seferên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antorny Blinken e, ku westgeha yekê jî Urdin bû.
Li dû nûçeyeke Reutersê, Blinken îşev li Tirkiyeyê dimîne û sibe (În, 13.12.2024) bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re dicive.
Hatiye parvekirin ku, Wezîrê Derve yê Amerîkayê di vê serdana xwe de tekezê li ser pêkanîna hikûmeteke tevgir dike, ku nûnerîtiya tevaya pêkhateyên wî welatî bike.