Li nav Balafirxaneya Mezeyê hejmareke zindanên din ên nihênî hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê dibêje, “Li nav Balafirxaneya Mezeyê ya Serbazî, navendeke mezin a bazirganiya madeyên hişber hebû, ku di navbera Sûriye û welatên din de hatiye bikaranîn.”

Peyamnêrê K24ê Dîlan Barzan îro (În, 13.12.2024) Li nav Balafirxaneya Mezeyê ya Serbazî li Dîmeşqê got, “Piştî keftina Rijêma Esed, her roj nihênî li ser wî bajarê Mezeyê belav dibin, ku pêştir di destê Rijêma Esed de bû.”

Dîlan Barzan amaje jî da, “Li nav Balafirxaneya Mezeyê ya Serbazî, navendeke mezin a bazirganiya madeyên hişber hebû, ku di navbera Sûriye û welatên din de hatiye bikaranîn.”

Gelek madeyê hişber û hepên Keptagonê tê de hebûn, ku ji aliyê çekdarên Tehrîr Şamê ve hatine dîtin û bindestkirin û di eynî demê de hatine pûçkirin jî, lê gelek ji vê madeyê hêşta maye.

Herwesa li nav wê balafirxaneyê hejmareke nihêniyên din jî hatiye vedîtin, ku ew jî hejmareke zindanên nihênî tê de hebûn, û berdewam nihêniyên din jî tê de diyar dibin.