Pispor: Pêşveçûna têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê bi pirsa Kurdên Sûriyeyê ve girêdayî ye
Enqere (K24) – Tirkiye û Amerîkaya ku li ser mijara HSDê li Sûriyeyê nakok in ji bo çareseriya vê yekê li rêyan digerin. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Tirkiyeyê kir. Pispor jî dibêjin; Tirkiye jî û Amerîka jî yekperçeyîya xaka Sûriyeyê daxwazin lê di warê meseleya Kurdan de lihev nakin û dibêje ger lihevkirinek pêk were dê têkilî jî pêşve biçin.
Li Sûriyeyê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed dîplomasiya siyasî ya navbera welatan de xurttir bû. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Tirkiyeyê kir û bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Di civînê de, hevkariya bilez ya herêmî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de û piştgiriya pêvajoya guherîna siyasî ya Sûriyeyê hate gotûbej kirin. Herwiha Blinken di hevdîtinê de balkişandiye ser berdewamiya piştgiriyê di warê şerê li dijî DAÎŞê de.
Herwiha li gorî hin çavkaniyan hatibû îddîakirin ku Antony Blinken dê hewl bide di navbera Enqere û Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) de rêkeftineke pêk bîne. Lê piştî civînan di vî warî de tu daxuyaniyek nehate belav kirin.
Cîgirê berê yê Sekreterê Giştî yê NATOyê Huseyîn Dîrîoz ji K24ê re got: “Tirkiye li herêmê welatekî girîng e û cîranê Sûriyeyê ye. Hatina Blinken jî di vê heyama guherînê de, meseleyeke gelekî asayî ye. Tirkiye jixwe hevpeymana NATO ya Amerîkayê ye. Di warê Sûriyeyê de danûstandinên dûalî jî ne tiştekî ecêb e. Niha li Sûriye gelekî aloz e û li Amerîkayê jî ji ber serokatiya Trump ne diyariyek heye. Tirkiye dilgiranî û fikarên xwe rave dike û dixwaz Amerîka jî hesasiyetê nîşan bide.”
Blinken li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re jî civîya. Dawiya civînê de, mijarên weke dabînkirina îstîkrara li Sûriyeyê, egera agirbesteke li Xezzeyê, di paşeroja Sûriyeyê de rola Amerîka û Tirkiyeyê û herwiha têkoşîna dijî DAÎŞê de hevkarî hatine nîqaş kirin.
Pispor Engîn Oktemê gEsedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînê amaje dike Tirkiye jî û Amerîka jî yekrêziya xaka Sûriyeyê daxwazin lê di warê meseleya Kurdan de lihev nakin û dibêje ger lihevkirinek pêk were dê têkilî jî pêşve biçin.
Pispor Engîn Oktem dibêje: “Amerîka tenê hewl dide ku destkeftiyên HSDêya ku li Sûriyeyê piştgiriya wê dike winda nebe. Tirkiye naxwaze li başûrê wê dewleteke Kurdan ku YPG Û PYDê weke terorîst binav dike ava bibe. Ji ber vê hin operasyon pêk anîbûn. Piştî van operasyonan jî fermandarê CENTCOMê serdana SDG û Mazlum Ebdî kiribû û di asta teknîkî de piştgiriya Amerîka û Îsraîlê bo Kurdan nakokiya herî mezin ya navbera her du welatan de ye. Ger di vî warî de lihevkirinek pê were bawerim dê têkilî pêşvetir biçin”