Kurdistan24 wek yekem medyaya Kurdî çend gorên bikomî li Şamê eşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 wek yekem medyaya Kurdî ye serdana goristaneke Şamê dike, ku tê de çend gorên bikomî yên qurbaniyên rejîma Esed hene.
Tîma Kurdistan24ê serdana goristana Pira Bexdayê ya 30 kîlometran dûrî Şamê kir, ku di nav de gorên bikomî yên bi hezaran kesên li ser rêjîma Sûriyeyê hene, ku her termek di tûrikekê de ye û nav û hejmar li ser hatiye nivîsandin.
Şahidekî wê deverê ji Kurdistan24ê re got: “Ev hestiyên zilamekî ye ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye kuştin. Di van goran de nêzîkî 5 hezar heta 6 hezar term hene.”
Wî şahidî amaje bi tûrekî kir û got: “Navê wî Reid Hemod e û zîndaniyê hejmar 125 e. Ev laş û bi hezaran kesên din ji aliyê rejîma Esed ve hatine vir, ji wan re çal kolane û weke gorên komî hatine veşartin.”
Herwiha got: “Min her roj didît ku rêjîma Sûriyeyê termên girtiyan bi otombêlan dianîn vir û ji wan re çal dikolan û vedişartin.”
Piştî ku hêzên opozisyona Sûrî sibeha Yekşemê gihiştin navenda Şamê û dawî li rejîma Beşar Esed anîn, bi hezaran girtî ji zîndana Sêdnaya û şaxên ewlekariyê hatin berdan.
Lê girtî ne tenê ewqas bûn, ku bi hezaran girtiyên din jî li girtîgehên veşartî yên Girtîgeha Sor û Girtîgeha Spî nehatine dîtin, ku tê bawerkirin bi hezaran girtî hatine kuştin.
Li gorî Komeleya Girtî û Windayan a Girtîgeha Sêdnayayê, zêdetirî 30 hezar girtî di navbera salên 2011 û 2018’an de li zîndanê yan hatine bidarvekirin, yan jî ji ber îşkenceyan, nebûna lênerîna bijîşkî yan jî birçîbûnê mirine.