Sendîkaya Xizmet-Kar: Penbarên Sûrî vegerin, dê rêjeya bêkariyê kêm bibe
Diyarbekir (K24) – Yek ji welatên ku herî zêde penaberên Sûrî lê dijîn, Tirkiye ye. Li Sûriyeyê dema rejîma Beis a 61 salî hilweşiya û hemwelatiyên Sûriyê vedigerin welatê xwe. Bandora vegera penabera li ser aborî û hejmara bêkarbuna li Tirkiyê çawa be tê mereqkirin.
Yekemîn koça komî ya Sûriyê bo Tirkiyê di encama şerê navxweyî yê Sûriyê de ku di sala 2011an de dest pê kiribû, pêk hat. Yek ji welatên ku herî zêde penaberên Sûriyê lê dijîn Tirkiye ye. Li Sûriyê dema rejîma Baas a 61 salî hilweşiya, serokê rejîmê Beşar Esed ji welatê xwe reviya. Niha li Tirkîyê hejmara Sûriyeyiyên di bin parastina demkî de ne nêzikî 3 mîlyon kesin. Ger hemwelatiyên Sûriyê vegerin welatê xwe, tê pêşbînîkirin ku guhertinên girîng di bazara kar de li Tirkiyê çêbibe.
Serokê Sendîkaya Xizmet-Kar ya Diyarbekirê Ercan Kahraman ji K24ê re got: “Penaberên Sûrî vegerin welatên xwe, ewê ciwanên me ê bêkar wê bikevin jiyana karsazîyê. Rêjeya bêkarbûnê wê kêm bibe. Li çar alîyê bajarên Tirkîyê belav bûne û erzan dişixulin.Ji ber vê yekê peymankaran jî wan digirtin kar. Penaberên Surî ku herên wê welatîyên me dest bi kara bikin. Ragibê welatîyên Tirkîyê wê zêde be. Peymankar ji vê rewşe nexweş bibin lê bira ew jî êdîi destê xwe bikin bêrika xwe.”
Li Sûriyê rejîmeke nû tê avakirin. Tê mereqkirin ku bandora vê pêşketinê ya aborî, civakî û siyasî li ser Tirkiyê çi be. Tê meraqkirin ka keda erzan a ku Sûriyeyiyan dide aboriya nefermî wê bandorê li ser 3 mîlyon kesên bêkar yên li Tirkiyeyê bike yan na.
Welatî Afet Ertem: “Ji wan piranî karkerên avahîsaziyê, karkerên cildirunê û berbertîyê bun. Ana giş vedigerin welatên xwe. Cîhê wan vala bibe. Ciwanên me re, welatîyên me ên bêkar re rêya kar vebû.”
Niha li Tirkîyê hejmara Sûriyeyiyên di bin parastina demkî de ne nêzikî 3 hezar kes in. Li Tirkîyê jî di ser 3 mîlyon kesan de welatîyên bêkar hene. Piştî vegerîna penaberên Sûrîyê ewê bandorek çawa li bêkarên Tirkîyê bike tê meraq kirin.