Berfê rêyên gundên Erdexanê û Serhedê girtine
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Erdexanê û Serhedê berf dibare û rêyên gelek gundan hatine girtin û tîmên taybet alîkariya pêwîst didin.
Parezgerê Erdexanê Hayrettîn Çîçek li ser bandora berfê agahî dan û wiha got: “Li seranserê Erdexanê barîna berf û bagerê bi bandor e. Hemû tîmên me bi kedeke mezin alîkariya kesên di rê de asê mane dikin.”
Herwiha got: “Malbata Gurcî ya ku bi şev di berfê de mabû bi xebata cendirme û karmendên AFADê we hat rizgarkirin. Hevalên xwe pîroz dikin.”
Herwiha teybet li herêma Serhedê jî bi sedema berfê rêyên gelek gundan hatin girtin û ji bo vekirina wan rêyan, xebat berdewam dikin.