Ehmed El-Şer'a: Kurd beşek ji welat û Sûriyeya paşerojê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tehrîr El-Şamê Ehmed El-Şer'a ku bi navê Ebo Mihemed El-Colanî tê naskirin dibêje, Kurd beşek ji welat in û hevparê paşeroja Sûriyeyê ne.
Ehmed El-Şer'a duhî 14ê Berçile di bersiva pirsên rojnamevanê Sûrî Omer Şêx Îbrahîm de got: “Kurd beşek ji welat in û wek me rastî zulmeke mezin hatine, bi rûxandina rêjîmê re dê zulma li ser wan nemîne. Di Sûriyeya pêşerojê de jî, Kurd beşeke sereke ne tê de, em ê bi hev re bijîn û her kes dê li gorî yasayê mafê xwe bidest bixe.”
Herwiha Ehmed El-Şer'a “Ji îro û pê ve dê zulm li Kurdan neyê kirin. Deriyekî nû û dîrokeke nû ji Sûriyeyê re hêvî dikin.”
Derbarê rewşa koçberên Efrînê de jî Ehmed El-Şer'a got: “Em ê hewl bidin koçberên Efrînê vegerin gund û navçeyên xwe.”
Çekdarên opozisyona Sûriyeyê bi serkêşiya Heyet Tehrîr El-Şamê roja 8ê Berçile gihîştin Şamê û dawî li desthilata Beşar Esed anîn. Piştre jî Mihemed El-Beşîr ji bo birêvebirina hikûmeta veguhêz heta serê meha Adara 2025an hat erkdarkirin.