Platforma Zimanê Kurdî: Kurdî li Bakurê Kurdistanê di metirsiyê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma Zimanê Kurdî li Diyarbekirê panelek bi navê “Zimanê Kurdî û Makezagona Nû” li darxist. Gelek parêzkar, sîyasetmedar û nivîskar beşdarî panele bûn. 

Platforma Zimanê Kurdî li Diyarbekir bi navê “Zimanê Kurdî û Makezagona Nû” panelek li darxist. Platforma Zimanê Kurdî da xuyakirin ku Kurdî bi tunebûnê re rû bi rû ye û bang li partî û saziyên Kurdan kir ku xebatên xwe bi Kurdî bimeşînin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Me xwes ku em liv ir daxwazên xwe şinber û zelal bikin. Wê zimanê Kurdî di makezagona nû de cîh bigre an na. Zimanê kurdî, nasnamên kurdî û mafên kurda tê de tune be,komeley û sazîyên ku dewlet bi rê ve dibe, zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdeyî, fermî wê demê ewê guhertinek çi bikin. Di vir de em dixwazin hin zelalî çêbibe.”

Platforma Zimanê Kurdî di panele de bal kişand ser makezagano nû û nefermîbûna zimanê Kurdî. Şerefxan Cizîrî got, eger di makezagona nû de zimanê Kurdî fermî nebe, makezagona nû ji bo me gelê Kurd ti feydeyekê nade.

Ayetullah Taş dibêje: “Him li gorî qanunên mirov him li gorî qanunê îslamî him gor mafê mirovatî yê be. Ew mirovên ku dibeje ez Kurdim, damara kurdîtîyê bi min re heye û ez Kurdperwer im, ez xwenas im, xwedanasim hevce ye ku ew mirov jî ji bo vî tiştî berxwedanê bike. Li hêvîya dewletê nesekine.”