Serok Barzanî pêşwaziyê li daxuyaniya Ehmed Şer'a ya derbarê gelê Kurd li Sûriyeyê de dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Berçile pêşwazî li daxuyaniya Ehmed Şer'a ya li ser gelê Kurd li Sûriyeyê kir û ragihand, “Pêwîst e  Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokratîk bibin.”

Daxuyaniya Serok Barzanî:

 Min daxuyaniyeke birêz Ehmed Şer'a ya li ser gelê Kurd li Sûriyeyê dît ku gelê Kurd wek beşek ji welat û hevparê Sûriyeya paşerojê binav kiribû.

Em vê nêrîna li ser Kurdan û paşeroja Sûriyeyê cihê dilxweşiyê û em pêşwaziyê lê dikin û hêvîdar in ku ev yek bibe destpêka rastkirina pêvajoya dîrokê û sererastkirina reftarên çewt û nedirust ên li hember gelê Kurd li Sûriyeyê hatine kirin.

Ev cure nêrîn ji bo avakirina Sûriyeyeke bihêz rêxweşker in û pêwîst e Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokratîk bibin.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment