Ercan Îlgîn: Divê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê hevûdu bigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bûyer û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn bi taybet li Sûriyeyê rojeveka germ a rewşenbîr û nivîskarên Bakurê Kurdistanê ye. Li gor wan bûyerên li Rojhilata Navîn û desttêwerdanên hêzên navdewletî dikare derfetên mezin bîne li pêşiya Kurdan da ku çarenûsa xwe diyar bikin. Ji bo vê armancê jî divê li hemû parçeyên Kurdistanê Kurd yekrêziya xwe ava bikin û hişmendiya netewepweriya Kurdî pêş bixin.
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Ercan Îlgîn pirtûka xwe ya duyem a bi navê “Tezên Li Ser Neteweperweriya Kurdî” li Weqfa Çanda Kurdî KURD-KAVê ji xwînerên xwe re îmze kir.
Ercan Îlgîn di derheqê armanca xwe ya ji nivîsîna vê pirtûkê de dide zanîn ku, aydolojiya neteweperweriyê takerêya têkoşîna rizgarîxwaz a netewî ye û di demekê de ku nexşeyên Rojhilata Navîn diguherin, divê Kurd li her parçeyeya Kurdistanê yekrêziya xwe ava bikin.
Nivîskar Ercan Îlgîn ji K24ê re got: “Her destkeftiyeka li Başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê bandoreka mezin li ser pêşketina neteweperweriya Kurdî li Tirkiyeyê dike. Wisa dike ku, kesên xwe wekî netewepwer dinasînin zêde dibin. Lewma di serdema dîrokî de divê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê hevûdu bigrin. Lê mixabin em dibînin ku hêzên navdewletî ji me zêdetir xema yêkrêziya me dixwin û hewla yekbûna me didin. Ev jî ji kêmasî û nakokiyên nav mala Kurdî tê.”
Siyasetmedar Latîf Epozdemîr jî balê dikşîne ser bûyer û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û dibêje di sedala pêşiya me de Kurd dikarin ji bindestiyê rizgar bibin û lewma divê fersendên ku vê dawiyê li Rojhilata Navîn peyda dibin ji dest nedin.
Rewşenbîr û nivîskarên Kurdan di wê baweriyê ne ku ev sedal dê bibe sedsala Kurdan heke Kurd bikaribin yêkrêziya nav mala xwe saz bikin û berjewendiyên bilind ên netewî ser her tiştî bigrin. Eger na metirsî heye dîsa fersendên dîrokî ku hatiye ber deriyê wan careka din ji dest biçin.