Sê cotyarên Kurd bi du salên zindanîkirinê hatin sizadan

Daqûq
Daqûq

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku li meha borî Erebên hawirdekirî li gundê Mensûra Heftexarê bi ser erd û zeviyên cotyarên Kurd de girt û şeredev di navbera ewan de çê bû, li ser wê rûdanê îro (Yekşem, 15.12.2024) ji aliyê Dadgeha Daqûqê ve, li ser skalaya Faîz Mehmûd ku Erebekê hawirdekirî ye, her yek ji Saman Newzad û Xalid Newzad ku bira ne tevî Mihemed Necat bi du salên zindanîkirinê hatin sizadan.

Mihemed Îbrahîm ji Civata Gundê Mensûrê ji K24ê re ragehand, “Ew her sê cotyar bi madeya 413ê hatine desteserkirin û îro jî bi biryareke ne rewa û neqanûnî bi du salên zindanîkirinê hatin sizadan, ev jî nayê qebûlkirin.”

Navbirî herwesa got, “Ew made girêdayî şer û şeredevan e, sizayê wê jî madî an jî şeş salên zindanîkirinê ye ne ku du salên zindanîkirinê, lewma jî ya ku wî dadwerî kiriye alîgiriyeke temam pê ve diyar e û di berjewendiya Erebên hawirdekirî de ye.”

Artêşa Îraqê dîmenên şeredeva cotyarên Kurd bi Erebên hawirde re bi kamerayê tomar kirine, di demekê de ku ew kamera ji bo çavdêriya livînên DAIŞê li wî sinorî hatine danan, lê her wê demê ew vîdyo bi Erebên hawirdekirî hat dan ji bo ku skalayê li dijî cotyarên Kurd tomar bikin.