Li Enqereyê rojên danasîna bajarê Sêwasê birêve diçin

Enqere (K24) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê Festîvala Çand û Madimakê ya bajarê Sêwasê birêve diçe. Di festîvala rengîn de welatî wê fersendê dibînin ku xwarin û xurekên xwemalî yên Sêwasê peyda bikin û pêdiviyên xwe dabîn bikin.
Li aliyekî li ber dahol û zirneyê bi cil û bergên xwecihî govendên gelerî tên gerandin, li aliyekî din jî ji bin konan bêhna xwarin û xurekên xwemalî li qadê zêde dibe. Ev dîmenên rengîn û cuda ji festîvala Çand û Madimakê ya bajarê Sêwasê ne ku li Enqereya paytexta Tirkiyeyê birêve diçe.
Cûreyên pênîrê gundan, nîvîşkê ku di meşkan de hatiye keyandin, cûreyên sicûqan û kibab û kofteya taybet li bajarê Sêwasê tê çêkirin di qada festîvalê de bi cih bûne.
Cengîz Kurt ku Xwediyê Standa Pênîr e dibêje, “Ji ber sermayê me hinek kêşe kişandin lê ez dibe dê baştir bibe êdî. Berhemên me hemû yên Sêwasê ne. Pênîrê me yê gund e û sirûştî ye. Nîvîşkê me bi meşkên darî yên kevn hatiye çêkirin. Em li benda welatiyan e ku serdana standa me bikin”
Li goşeyeke din a qada festîvalê jî garis bi destarê kevirî tên hêrandin û li standeke din jî helawên cuda cuda ji bo welatiyên din tên pêşandan. Di bine konekî din de jî hosteyekî kêran heye ku ev 4 nifş in hilberîna kêran dikin.
Hesen Înanici ku Hosteyê Kêran e dibêje, “Ez 57 salî me û ev pîşê pişeyê bav û kalê min e. Ez niha bi kûrê xwe re kêran çê dikim. Ji ber ku ev kêr ji qoç ango stirehên gamêş, beran û bizinan tên çêkirin, hinekî zehmet e. Lê em dixwazin vî pîşeyî bidomînin.”
Welatiyên berê xwe didin festîvalê ji bilî kirînê derfetê dibînîn ku li tehma xwarinên xwemalî jî binerin. Lê belê kuçikên Kangal yên taybet li Sêwasê tên xwedîkirin û bajarê Sêwasê bi wan tê nasîn ji bo welatî û zarokan dibin cihê lîstik û kêfxweşiyê.
Jinek dibêje, “Hemû berhemên Sêwasê anîne heta ber lingên me. Ligel ku tiştek jî di nav de nîne, kifteya wê pir pir xweş û bi tehm e. Em jî Sêwasî ne û me hemû berhemên vir tehm kirin û kirîn. Lazim e hemû kes serdana vir bikin.”
Mêrek jî dibêje, “Ji ber rojên Sêwasê em hatin vê derê. Gelek tiştên xweş hene. Dema derfeta me çê dibe em tevlî çalakiyên wisa dibin. Li vir kûçikên Sêwasê jî hene, em kêliyekê bi wan re jî lîstin.”
Festîvala danasîna tehmên xwamalî û çanda bajarê Sêwasê di bin sermaya Enqereyê de didome. Welatiyên berê xwe didin vê festîvalê jî ji aliyekî ve rastî govendên gelerî tê, ji aliyekî din ve jî wê fersendê dibînin ku kon bi kon tehm û kultira bajarê Sêwasê nas bikin.