Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê kuştina zêdetirî hezar çekdarên PKKê radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê amajeyê dide, di çarçoveya Operasyona Pence-Kilîdê de ku heta niha berdewam e, li sinorên çiyayê Qendîlî zêdetirî hezar û sed çekdarên PKKê kuştine.
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro (Yekşem, 15.12.2024) di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya Operasyona Pence-Kilîdê de, ku ji 17ê Nîsana 2022ê ve dest pê kiriye, devera Zabê li sinorê Herêma Kurdistanê bi temamî ji çekdarên PKKê pakij kiriye.
Yaşar Guler amaje da wê yekê jî ku, her di çarçoveya wê operasyonê de hezar 136 çekdarên PKKê kuştine. Herwesa got ku, her di wî warî de sê hezar û 156 mîn jî pûçe kirine û hezar û 327 şkeft jî pûç kirine.
Navbirî eşkere jî kir, di çarçoveya wê operasyonê de destê xwe danaye ser du hezar û 421 parçeyên çekî yên cuda cuda û 957 çekên giran û zêdetirî 919 hezar parçeyên yedeg.