Mihemed Ismaîl: Peyamên Ehmed Şer’a destpêkeke ji bo Sûriyeyeke bihêz giring in

Mihemed Ismaîl
Mihemed Ismaîl

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê (PDK-S) ji K24ê re ragehand, “Peyamên Ehmed Şer’a (Mihemed Colanî) li ser Kurdan ji bo Sûriyeyeke bihêz giring in.” Herwesa dibêje, “Ev destpêkeke baş e û em bi awayekî erênî li gotinên wî dinêrin. Em hêvîdar in gotinên xwe bike kiryar.”

Sikirtêrê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl îro (Yekşem, 15.12.2024) ji K24ê re ragehand, “Tevaya gelên Sûriyeyê ji hebûna çekdarên biyanî nîgeran in û vê li rêza yekê bandora nerênî li ser Kurdan heye.”

Sikirtêrê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê (PDK-S) herwesa got, “Sûriyeyeke bihêz bi pêkhateyên wê û aramî û ewlehiyê çê dibe, ku divê hemî alî tevlî wê bibin.”

Mihemed Îsmaîl amaje jî da, “Gelê Sûriyeyê, Opozisyona Sûriyeyê, welatên derdorê û pêkhateyên Sûriyeyê jî ji wan koman nîgeran in ên ku ji derveyê Sûriyeyê hatine û cihê li Sûriyeyê girtiye. Ev cihê metirsiyê ye û duberekiyê çê dike.”