Ehmed Şer’a û Pedersen danûstandinan li ser rewşa Sûriyeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Birêvebirina Operasyonên Serbazî li Dîmeşqê pêşwaziya Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê dike û pê re danûstandinan li ser rewş û pêşhatên Sûriyeyê dikin.
Serokê Birêvebirina Operasyonên Serbazî li Dîmeşqê Ehmed Şer’a (Mihemed Colanî) duhî (Yekşem, 15.12.2024) bi Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir O. Pedersen re civiya û her du aliyan danûstandin li ser rewş û pêşhatên Sûriyeyê kirin.
Medya amajeyê jî didin ku, Şer’a bi Pedersen re herwesa danûstandin li ser pêdaçûna di wê nexşerêyê de kirin ya ku Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li sala 2015ê di derheqa Sûriyeyê de biryara 2252ê derxistibû.
Pirsa vegeriyana aware û penaberên Sûriyeyî jî tewerekî serekî yê wê civînê bû.
Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir O. Pedersen li roja Yekşemê, 15.12.2024, di serdana xwe ya yekê de piştî nemana Rijêma Esed gehişt Dîmeşqê.
Geir O. Pedersen di dema wê hevdîtinê de tekez li ser pêdivîtiya destpêkirina karî ji aliyê dezgehên dewletê ve kir û daxwaz kir bi temamî ewlehiya xwe misoger bikin.
Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê herwesa hêvî xwast ku, “bi lez dawiyê li dorpêçên li ser Sûriyeyê bibîne û li van nêzîkan piroseya vejandinê dest pê bike.”