Qeter piştî 13 salan careke din balyozxaneya xwe li Şamê vedike

Balyozxaneya Qeterê
Balyozxaneya Qeterê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Qeterê ragehand, careke din balyozxaneya xwe li Şamê vedikin, herwesa piştevaniya xwe ji bo şoreşa gelê Sûriyeyê jî tekez dike.

Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de ragehand, wan biryar daye li roja Sêşemê (17.12.2024) careke din, piştî 13 salan, balyozxaneya xwe li Şama paytexta Sûriyeyê vekin. 

Wezareta Derve ya Qeterê her di wê daxuyaniyê de piştevaniya xwe ji bo şoreşa gelê Sûriyeyê ji bo azadî, rûmet û dadperweriyê tekez kir û ragehand, “Şoreşa gelê Sûriyeyê li dijî rijêmeke diktator û tepeserker bû.”

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin jî, “Vekirina Balyozxanya Qeterê li Şamê dibe sedema zêdekirna alîkariyên Qeterê ji bo Sûriyeyê. 

Ji alîyekê din ve jî hejmareke çavkaniyên rojnamevanî  aşkere kir ku, Îran jî li van nêzîkan careke din balyozxaneya xwe li Şamê vedike.

 
 
Fly Erbil Advertisment