Israîlê Tertûsa Sûriyeyê bi giranî bombebaran kir

Giraniya wê bombebaranê bi hêza erdhejeke sê pileyên Rêxterê hatiye hesibandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan parve kiriye, “Balafirên şerî yên Israîlê bi dirêjahiya heşt seetan çend deverên serbazî yên bermayîkên artêşa Sûriyeyê li sinorê bajarê Tertûsê bi giranî bombebaran kirin, herwesa wekî yek ji bihêztirîn êrîşên 12 salên borî li ser Sûriyeyê tê binavkirin.”

Efserekî berê yê artêşa Sûriyeyê ku şêniyê Tertûsê ye li ser wê êrîşê ji medyakaran re axift û amaje da, “Ev cara yekê ye êrîşeke mezin û bihêz li ser vî bajarî tê kirin, bingehên bergiriya asmanî û bingehên serbazî yên artêşa Sûriyeyê ya nemayî li nêzî gundên Herîson, Belûtiye û Xerabê bombebaran kirine, di nav wan de jî lîwaya 23ê û yekîneya serbazî û çend deverekên din jî hene.”

Her bi gotina wî efserî, êrîşa şeva borî ya Israîlê li ser Sûriyeyê yek ji bihêztirîn êrîşan bû ji bo nehêlana moşek û cebilxaneyên nav şkeftan, ku ji dûriya bi dehan kîlometran xelkî hest bi bandora teqîna wan kiriye û dengê wan bihîstiye.”

Herwesa ajansa DPAyê ya Almanî jî ji zarê şêniyên Tertûsê parve kiriye, “Bihêziya wan êrîşan tirseke zêde di nav şêniyên bajarî û deverên derdora wê de belav kiriye.”

Li dû zanyaran, 10 êrîşên giran û li dû hev bûn û bandora teqînan jî li beranbrî erdhejeke sê pileyên Rêxterê hatiye hesibandin û li seranserî deverê hest pê hatiye kirin.

Birêveberê berê yê tomarên serbazî yên Sûriyeyê Kemal Mûsa jî ji aliyê xwe ve ji medyayên Erebî re ragehandiye, Israîlê di van êrîşên dawiyê de 85% ya çek û cebilxaneyên artêşa Sûriyeyê pûç kirine.

Li dû amaran, ji dema nemana Rijêma Esed ve, Israîlê ji bo nehêlana şiyanên serbazî yên artêşa Sûriyeyê zêdetirî 500 êrîşên asmanî kirine ser cebilxane û navendên serbazî yên Sûriyeyê. Pêştir jî tirs û nîgeraniya xwe diyar kiribû ku, çekên kîmyayî yên Rijêma Sûriyeyê bikevin destê komên çekdar ên tundrê.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment