Amerîka: Di van rojên dawî de me rasterast pêwendî bi Tahrîr El-Şamê re kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, wê di rojên dawî de rasterast pêwendî bi Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) re kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve Matthew Miller îro 16ê Berçile di konferanseke rojnamevanî de got: “Amerîka di van rojên dawî de çend caran rasterast pêwendî bi Heyet Tehrîr El-Şamê re kiriye.”

Diyar kir jî, pêwendî ji bo dîtina rojnamevanê Amerîkî Austin Tice bû ku di sala 2012an de li Sûriyeyê hatibû revandin.

Herwiha Miller got: “Em dûr nabînin ku şandekê bişînin Şamê.”

Miller got jî, derxistina Heyet Tehrîr El-Şam ji lîsteya terorê, bi kiryarên wê yên li ser erdê ve girêdayî ye.