Li Şamê goreke bikomî ku termên zêdetirî 100 hezar kesî tê de hene hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Goreke komî li derveyî Şamê hat dîtin ku termên bêtir ji 100 hezar kesên ku di dema rejîma Serokê Sûriyeyê yê berê Beşar Esed de hatine kuştin, tê de ne.

Serokê Rêxistina Awerte ya Sûrî Muaz Mistefa ji Reutersê re got: “Li devera El-Qatifa, 40 kîlometre li bakurê Şamê, wan goreke bikomî dîtin, ku yek ji wan pênc gorên ku di salên dawî de hatine destnîşankirin.”

Muaz Mistefa got, di vê gora bikomî de zêdetir ji 100 hezar term hene.

Da zanîn jî, termên hinek qurbaniyan piştî ku di bin eşkenceyê de hatin kuştin bo nexweşxaneyên leşkerî hatine veguhestin, piştre ew di van gorên komî de hatine veşartin.

Got jî ku hin şofêrên buldozeran yên ku hatine neçarkirin ku van goran bikolin, hûrgilîyên tirsnak aşkere kirine, wek perçiqandina terman berî veşartina wan, ku ev yek hovîtîya tawanên ku li wan hatine kirin aşkere dike.

Nuaz Mistefa amaje bi wê yekê jî kir, bi rêya hin karkerên di van gorên komî de kar kirine û piştre ji Sûriyeyê reviyane, wî karî zanyariyên berfireh derbarê awayê veşartina qurbaniyan li cihên cuda kom bike.

Mistefa got: “Ez bawer im ku gelek gorên bikomî hene ku tê de termên welatiyên Sûrî, Amerîkî, Brîtanî û yên din jî hene.”

Tê texmînkirin ku ji sala 2011an vir ve bi sedhezaran Sûriyên ku li dijî rejîma Esed derketine, hatine kuştin.

Sûrî û çalakvanên mafên mirovan, hikûmetên Esed û bavê wî Hafiz, bi pêkanîna kuştinên bê dadwerî tawanbar dikin.

 
Fly Erbil Advertisment