Roja Alaya Kurdistanê li Kerkûkê hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dibistanên Kurdî yên Kerkûkê de, weke saziyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê her sal Roja Alayê Kurdistanê tê pîrozkirin
Her çend e di dema borî de gelek astengî bo pîrozkirina roja Alayê Kurdistanê li Kerkûkê hebûn, lê mamosta û xwendekaran ew astengî şikandin û îro hemû dibistanên kurdî li wê parêzgehê vê rojê pîroz dikin.
Rêvebira dibistaneke amadeyî li Kerkûkê Daliya Ebdullah ji K24ê re ragihand: “Îro roja Alaya Kurdistanê ye û me alaya Kurdistanê li dibistana xwe bilind kir. Em salane vê rojê pîroz dikin.”
Xwendekar Henase Hêmin got: “Ez weke xwendekareke Kurd bi merasîma alaya Kurdistanê gelek kêfxweş im û ala Kurdistanê jî alayeke pîroz e. Ez bang li gelê Kurdistanê dikim ku yekitiya xwe ava bikin, da ku alaya Kurdistanê bilind bimîne.”
Îro 17ê Berçile, Roja Alaya Kurdistanê ye û çendîn merasîm li saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê tên lidarxistin.
Bi vê minasebetê, Kurdistaniyên li seranserê Herêma Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên rêzgirtinê ji bo alaya Kurdistanê lidar dixin.