Geştên asmanî yên Dîmeşq-Helebê hatin destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Geştên asmanî yên navxweyî yên Sûriyeyê tên destpêkirin, geşta yekê jî dê di navbera Dîmeşq û Helebê de be.

Geştên asmanî yên navxweyî yên Sûriyeyê îro (Çarşem, 18.12.2024) hatin destpêkirin, geşta yekê jî dê di navbera Dîmeşq û Helebê de be.

Pêştir Birêveberê Pişka Çarekirinê ya balafirxaneyê li hêla asmanî ya Sûriyeyê Samir Redî ji medyayên Tirkiyeyê re ragehandibû, “Hemî tişt baş in, em tevaya sîstemên nav balafiran dipişkinin. Ez hêvîdar im li van nêzîkan balafir ji bo geştan amade bin. Hemî tîm bi hev re kar dikin ji bo ku li roja 18ê vê mehê geştên balafirxaneyê bên destpêkirin.”

Ji roja 08.12.2024ê ve, hemî geştên asmanî yên Balafirxaneya Navdewletî hatine rawestandin.

 
Fly Erbil Advertisment