Donald Trump bi awayekî fermî dengên piraniya Kolîja Hilbijartinan a Amerîkayê bi dest xistin

Donald Trump û Kamala Harris
Donald Trump û Kamala Harris

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Nûhilbijartî yê Amerîkayê bi awayekî fermî dengên piraniya Kolîja Hilbijartinan a Amerîkayê bi dest xistin.

Endamên Kolîja Hilbijartinan a Amerîkayê duhî (Sêşem, 17.12.2024) civiyan û bi awayekî fermî deng bi kandîdên Serokatiya Amerîkayê dan.

Li dû encamên berahiyê, ji 538 dengan, Donald Trump bi 312 dengan piraniya dengan bi dest xistin. Kandîda Demokratan Kamala Harris tenê 226 deng bi dest xistin.

Ji bo ku kandîdek bibe Serokê Amerîkayê, divê zêdetirî 270 dengên endamên Kolîja Hilbijartinan bi dest bixe.

Herwesa biryar e li roja 06.01.2025ê encamên Kolîja Hilbijartinan biçin Civata Pîran û serokê wê civatê an jî cîgirê wî ji bo raya giştî eşkere bike.