Ehmed Şer’a: Em peywendiyên xwe yên stratejîk bi Tirkiyeyê re bihêztir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ehmed Şer’a (Ebu Mihemed Colanî) red dike ku çi welatekî din alîkariya wan di nehêlana Rijêma Esed de kiribe. Herwesa dibêje, “Em peywendiyên xwe yên stratejîk bi Enqereyê re pêş dixin.”
Serokê Desteya Tehrîr Şamê Ehmed Şer’a çavpêkeftinek bi malpereke Tirkiyeyî re kiriye û tê de ragehandiye ku, pilana nehêlana Rijêma Esed li ser bingeha lezê hatibû danan, lewma wan kariye bi ser bikevin.
Ehmed Şer’a herwesa ragehandiye, “Hikûmeta Sûriyeyê ya paşerojê peywendiyên xwe yên stratejîk ên bi Tirkiyeyê re pêş dixe, ji ber ku Tirkiyeyê hejmara herî zêde ya penaberan hewandiye û alîkariya wan kiriye.”
Navbirî red jî kiriye ku, di nehêlana Rijêma Esed de çi welatekî piştevaniya wan kiribe. Herwesa wî veneşart ku karê wan ê herî pêşiyê “seqamgiriyeke bilez û vegerandina xizmetkariyên bingehîn ji bo xelkî ye.”