Pedersen: Em bi hêvî ne agirbesta li Sûriyeyê dewam bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyeyê Geir Pedersen ragihand, ew bi hêvî ne agirbesta li Sûriyeyê dewam bike.
Nûnerê NYyê bo Sûriyeyê Geir Pedersen îro 18ê Berçile di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “li hin herêman astengî hene û yek ji wan astengiyan rewşa li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye.
Pedersen amaje bi rewşa Minbicê jî kir û tekez kir, agirbesta di navbera Tirkiyeyê û kurdan de, bi navbeynkariya Amerîka, berdewam e û hêvî xwast ku çareseriyeke siyasî ji vê pirsê re were dîtin.
Ev yek piştî wê tê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, agirbesta ku dema wê bidawî bûye, heta dawiya hefteyê hatiye dirêjkirin. Herwiha tekezî li ser hewlên Washingtonê ji bo dirêjkirina agirbestê di paşerojê de kir.
Herwiha Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyeyê Geir Pedersen banga lidarxistina hilbijartinên “azad û dadwerane” piştî bidawîhatina qonaxa veguhêz li welat kir û got ku li bendê ye ku ev yek piştî sê mehan pêk were.
Diyar kir jî, “ev hilbijartin dê di çarçoveya cîbicîkirina biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya (2254) de pêk werin û ew ê li gorî destûreke nû ya ku armanc dike ku weke peymaneke civakî ya berfireh ji bo hemû gelê Sûriyê pêk were.