Serokê Îtîlafê: Divê hikûmeta veguhêz ti aliyekî dûr nexe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyeyê (Îtîlaf) dibêje, divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê rastgo be û ne li ser bingeha mezhebperestiyê be û ti hêz û aliyekî dûr nexe.

Serokê Îtîlafê Hadî Behra îro 18ê Berçile li Stenbolê di konferasekî rojnamevanî de got: “Divê hikûmeta demkî ya Sûriyê rastgo be, ne li ser bingeha mezhebî be û ti hêz û partiyeke siyasî li welat dûr nexe.

Destnîşan kir jî, “Îtîlafê ti hevdîtin bi Fermandarê Operasyonên Leşkerî Ehmed Şeraa re nekiriye, lê hin danûstandin bi aliyên ku di rêveberiya hikûmetê de ne û nêzîkî Şeraa re çêbûne.”

Hadî Behra diyar kir, Îtîlaf dê vegere Sûriyeyê û baregehên xwe veke û got jî, divê kar ji bo birêkxistina mijarên lojîstîkî û dabînkirina azadiya derbirînê bên kirin.

Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, opozisyona Sûriyê desthilata Sûriyeyê xiste destê xwe û Mihemed El-Beşîr ji bo pêkanîna hikûmeteke demkî hat erkdarkirin ku karûbarên wî welatî bo heyama sê mehan birêve bibe.