Penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê ji bo vegerê dudil in

Stenbol (K24) – Li gor daxuyaniya hikûmeta Tirkiyeyê, piştî ketina Esed heta niha heft hezar kes vegeriyane Sûriyeyê. Ev amar yek ji nîşaneyên fermî ye ku penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê xwe ji vegera welêt dûr digirin. Li gor pisporan paşaroja Sûriyeyê nediyar û ne geş e û asayî ye ku penaber neçin welatê xwe. Divê neyê çaverekirin ku penaber di demeke zû de bi awayeke girseyî vegerin Sûriyeyê.

Piştî ketina Esed gelek kes û aliyên Tirkiyeyê di wê baweriyê de bûn ku dê penaberên Sûrî dê bi girseyî vegerin welatê xwe lê li gor amarên fermî yên Tirkiyeyê heta niha tenê heft hezar kes vegeriyane. 

Mihemed Elo jî yek ji wan penaberên ji Çiyayê Kurmênc e ku naxwaze vegere. Dudiliya wî ya herî mezin a ji vegera welêt komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeye ne. Herwiha ew ji paşaroja siyasî ya Sûriyeyê jî geşbîn niye.

Penaber Mihemed Elo ji K24ê re got: “Birçîbûna welatê me ji têrbûna welatê xelkê birûmettir e. Em dikarin jiyana xwe bikin li welatê xwe, bila em birçî bûn. Lê divê binpêkirin tine bin. Çûyîn gelek hêsan e, em dikarin niha jî biçin, lê divê aramî hebe. Divê Tirkiye piştgirî nede komên çekdar ên ku binpêkirinan dikin.”

Li gor daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê, rojane hezar û 100 penaber vedigerin welatê xwe. Pisporek dibêje penaberên ku vedigerin ne bi armanca bicihbûnê, bi armanca tiştek ji rewşa mal û milken xwe yên li welêt bizanin vedigerin. Li gor wî pisporî daku penaber bi girseyî vegerin welatê xwe divê siyaseta deshilata nû ya Sûriyeyê zelal be. Heta ku nediyariya siyasî berdewam be, penaber jî venagerin.

Şîrovekarê siyasî û borînas Suleyaman Karan dibêje: “Ez dizanim ku li Sûriyeyê şerê navxwe dawî nehatiye û  dê dawî jî nebe. Ji ber ku li alîkî navçeya Kurdan heye, li alîkî navçeya dûrziyan û erebên elewî heye û li alîkî din ve jî hêzên îslamî yên tûndrew hene û em nizanin Heyet Tehrîr û Şam ku niha deshilat e, dê siyaseteka çawa bi rê ve bibe. Em nizanin dê gavek çawa bavêje. Ji ber ku ronahiyek li Sûriyeyê diyar niye, penaber carê venagerin.”

Piştî 13 salan ji şerê navxwe û gemaroyên aboriyê, jêrxana av û elektrîkê têk çû û gelek rê, nexweşxane û dibistan herifîn. Niha jî yek dinya nediyariyên siyasî hene. Lewma ji bo penaberên Sûrî Tirkiye digel hemû kurt û kêmasiyên xwe ewletir xuya dike û jixwe Enqere jî bo vegerandina wan ne rijd e.

 
Fly Erbil Advertisment