Amerîka: Em rê nadin ku Sûriye bibe hêlîna terorîstan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, ew rê nadin Sûriye bibe cihê geşbûna terorîstan. Herwiha got, divê hêzên Sûrî yên nû pêşbîniyên civaka navdewletî li ber çavan bigirin.
Blinken di daxuyaniyên ku îro 19ê Berçile li ser malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê hatin weşandin de tekez kir, Amerîka rê nade Sûriye bibe “erdekî bi xêr ji bo terorê.”
Got jî: “Me bi lez hewl da ku lihevhatinekê di navbera cîranên Sûriyeyê û civaka navdewletî de peyda bikin, li ser wê rêyê ku cîhan jê hêvî dike ku Sûriye ber bi wê ve biçe.”
Herwiha got: “Em dixwazin piştrast bin ku hêzên nû, bi taybetî jî Heyet Tehrîr El-Şam, pêşbîniyên cîhanê bi zelalî bibihîsin, eger ew danpêdan û piştgiriyê dixwaze.”
Ev yek piştî wê tê, Fermandarê Giştî yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera duhî 18ê Berçile daxwaz ji civaka navdewletî kir ku dorpêçên li ser Sûriyeyê rake.
Şera got jî: “Divê Heyet Tehrîr El-Şamê ji lîsteya rêxistinên terorîstî bê derxistin.”