Li Diyarbekirê mijê bandoreke neyînî li ser çûnûhatinê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Mija ku li Diyarbekirê di demjimêrên sibê de çêbûbû, bandoreke neyînî li ser çûnûhatinê kir. Kesên ku dixwestin biçin kar û dibistanê ji ber mijê zehmetî kişandin.

Tîmên trafîkê hişyariyê didin ajokaran ku bi taybetî li xaçerêyan baldar bin.

Ji ber mijê, 5 geştên THY û AJETê yên ji Diyarbekirê diçûn Enqere û Stenbolê hatin betalkirin.

Geşta Diyarbekir uû Îzmîrê ya Sunexspressê hat paşxistin.