Putin: Divê pirsa Kurdan li Sûriyeyê bê çarekirin

Vladimir Putin (Wêne: AFP)
Vladimir Putin (Wêne: AFP)

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê pêdivî dibîne ku pirsa Kurdan li Sûriyeyê bê çarekirin. Amajeyê jî dide, “Em nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê fêm dikin.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro (Pêncşem, 19.12.2024) di çarçoveya konferansa xwe ya rojnamevanî ya salane ya berfireh de li Moskoyê, ku Peyamnêrê K24ê Xoşewî Mihemed jî tê de amade bûbû, behsa nemana Rijêma Esed û pêşhatên vê dawiyê yên Sûriyeyê û çarekirina pirsa Kurdan kir.

Serokê Rûsyayê pêdivî jî dît ku pirsa Kurdan li Sûriyeyê bê çarekirin û got, “Viyaba li serdema serokê berê yê Sûriyeyê çareserî ji bo pirsa Kurdan hatiba dîtin, niha jî pêdivîtiya wê pirsê her bi çarekirinê heye, bi wan re yên ku niha axa Sûriyeyê kontirol kiriye.”

Vladimir Putin di pareke din a gotinên xwe de amaje jî da, “Ji aliyê din ve divê Tirkiye jî ewlehiya welatê xwe dabîn bike, em van hemî tiştan fêm dikin.”

Putin amaje jî da, “Hin kes bizavê dikin ya ku li Sûriyeyê çê bûye wekî şkestinekê ji bo Rûsyayê berçav bikin, ew jî ne rast e.”

 
Fly Erbil Advertisment