Serok Barzanî û Mihemed Hesan pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dikin

Serok Barzanî û Mihemed Hesan
Serok Barzanî û Mihemed Hesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi Nûnerê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê re dicive, pê re jî danûstandinan li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa Sûriyeyê dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 19.12.2024) pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Mihemed Hesan û şanda pê re kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye ku, di wê hevdîtinê de behsa pêngav û diyaloga navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin, tekez jî li ser pêdivîtiya pêkanîna kabîneya nû û destpêkirina karî di vê rewşa siyasî ya hestiyar a niha de hat kirin.

Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan ronahî berda ser pêşhat û guhertinên Sûriye û deverê bi awayekî giştî û behsa metirsiyên serhildana terorê û hizira tundrêtiyê kir, ihtîmala derbazbûna teroristan ji Sûriyeyê jî wekî metirsiyeke cidî hat danan, ku dê bandor li ser Îraq û deverê bi giştî hebe.

Her girêdayî vê mijarê, hevahengiya ewlehiyê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî de giring hat hesibandin.

Her du aliyan hêvî jî kir ku rewşa Sûriyeyê tena û seqamgir bibe û arêşe û guhertin bi diyalog û hevfêmkirin di berjewendiya gelên Sûriyeyê de bigehin çareseriyê.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment