Esma Esed daxwaza berdanê ji Beşar Esed dike

Esma Esed
Esma Esed

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevjîna Serokê Sûriyeyê yê reviyayî Beşar Esed ji jiyana li Moskoyê nerihet e û daxwaza cudabûnê ji Beşar kiriye, ji bo ku vegere Londonê û li wê derê bijî.

Malpera “Modern.az”ê parve kiriye ku medyayên Rûsyayê zanyarên nû li ser malbata Beşar Esed parve kirine, piştî ku ji Dîmeşqê reviyan û li Moskoyê binecih bûn û Hikûmeta Rûsyayê mafê penaberîtiyê bi wan da.

Li dû medyayên Rûsyayê, Esma Esed dixwaze ji Beşarê mêrê xwe cuda bibe ji bo ku bikare vegere Londonê. Ji bo vê yekê jî, wê daxwaziyek pêşkêşî Dadgeha Moskoyê kiriye ji bo ku rêyê bide wê û bi awayekî fermî ji Moskoyê biçe Londonê, ji ber ku ew di esil de welatiya Brîtanyayê ye.

Herwesa medyayan zêdetir zanyar eşkere kirine û amaje daye, tevî ku Serokê Sûriyeyê yê reviyayî Beşar Esed û endamên malbata wî ji aliyê Hikûmeta Rûsyayê ve wekî penaberên mirovî hatine qebûlkirin, lê niha li jêr çavdêriyeke dijwar û hûr a hêzeke taybet a Rûsyayê ne û hemî çalakiyên siyasî û bizavên derkeftina ji Moskoyê û Rûsyayê lê hatine qedexekirin.

Hikûmeta Rûsyayê jiyana Beşar Esed û endamên malbata wî bi temamî li Moskoyê sinordar kiriye, ji ber ku saman û serwetê wan ji aliyê desthilatdarên Moskoyê ve hatiye bilokkirin û ew nikarin derbixin.

Esma Fewaz Exres li roja 11ê Tebaxa 1975ê li Londona paytexta Brîtanyayê hatiye ser dinyayê û nasnameyên Sûriyeyî û Brîtanyayî her du hene. Babê wê pizişkê dilî û dayika wê jî li Balyozxaneya Sûriyeyê li Londonê diplomatkar bû.

Esma li roja 18.12.2024ê bi Beşar Esed re zewicî û li roja 08.12.2024ê, tevî herifîna Rijêma Esed, ji Dîmeşqê derkeft û niha ji aliyê Hikûmeta Rûsyayê ve tên parastin.

 
Fly Erbil Advertisment