Şera avakirina saziyeke leşkerî bi komên çekdar re gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê desthilata nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera di civîna xwe ya ligel grûpên çekdar ên Sûriyeyê de, şêwaza avakirina dezgeha leşkerî ya nû gotûbêj kir û wezîrê berevaniyê yê nû jî destnîşan kir.
Fermandariya Giştî ya Sûriyeyê ragihand, Ehmed Şera duhî di civîna bi grûpên çekdar re diyar kir, hemû komên çekdar dê di bin rêveberiya artêşa nû û Wezareta Berevaniyê de bibin yek sazî.
Di heman çarçoveyê de, hat ragihandin, endezyar Murhef Ebû Qesra weke Wezîrê Berevaniyê di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hat destnîşankirin.
Di wê civînê de ne nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û ne jî nûnerên grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, beşar bûn.
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî berî du rojan gotibû: “Me di 2015an de gotiye ku em beşek in ji sîstema berevaniya Sûriyeya pêşerojê ne û em amade ne beşdarî avakirina Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê bin di pêşerojê de. Niha jî madem proseya avakirina Artêşa Niştimanî ya nû ya Sûriyeyê heye, em amade ne beşdarî wê proseyê bibin.